1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amed ji bo ‘Konferansa Îslamê’ amade ye
Amed ji bo ‘Konferansa Îslamê’ amade ye,Amed ji bo ‘Konferansa Îslamê’ amade ye

Amed ji bo ‘Konferansa Îslamê’ amade ye

A+ A-

MEHMET DEMÎR - AMED 06.05.2014 07:03:46 Konferasa Îslama Demokratîk ya ku bi pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dawiya hefteyê de dê li Amedê pêk bê, amadekariyên wê didomin. Axaftina vekirinê dê Kadrî Yildirim û Îhsan Elîaçik bikin û piştre jî dê derbasî nameya Ocalan ya ku ji 6 rupelî pêk tê.

Li Amedê di dawiya hefteyê de tê plankirin ku Konferansa îslamî ya Demokratîk ya ku Abdullah Ocalan pêşniyar kiribû pêk bê. amadekariyên kongreyê didomin û berfirehiya bernameyê zelal dibin. Ji Îran, Başûrê Kurdistanê, Rojava û welatên Ewropa dê oldar tevli bibin û ligel vê jî ji Tirkiyeyê oldar, nivîskar, rêxistinên civaka sivîl, peywirdarên hîndekariyê, aktîvîst jî di nav de nêzî 300 delege dê tevli kongreyê bibin. Kongre dê li Gren Park Otelê pêk bê. kongeransa ku dê di 10-11’ê Gulanê de pêk tê axaftina xwe vekirinê dê Îhsan Elîaçik û cigirê rektorê zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê Prof Dr Kadrî Yildirim bike. piştî axaftinanyek ji parlamenterên HDP’ê ku nav hêj nehatiye diyarkirin dê nameya Ocalan ya 6 rupelî bixwîne.

Hate destnîşan kirin ku dê konferans bi tevlibûneke mezin çêbibe û gelek siyasetmedar jî dê tevli bibin. Her wiha hat hînbûn ku ji bo konferansê nekişînin aliyekî siyasî dê tevlibûn bi sînor bimînin.

Ev konferansa ku ji bo serokê Gelên Rojava û Baweriyan Muhamed Ebîdallah El Kadîrî tê pêkanîn dê ji 6 runiştinan pêk bê. Peymana Medîneyê ya ku ji bo muslimanan xwedî wateyeke girînge dê di runiştina yekemîn de bê dest girtin û her wiha dê mijarên wekê ‘Di çareseriya pirsgirêka kurd de wek referans peymana Medineyê’, ‘ di înşakirina Rojhilateke Navîn ya Aştîyane û Piranî de wek modelekî di referansa peymana Medineyê de mafê pir nasnameyî, pir zimanî û parastina zimanê’ dê bên dest girtin.

Di runiştina duyemîn de jî dê ‘Di Kuran û Hadîseyan de yên tên pelçiqandin û yên dipelçiqînin’ dê bê dest girtin. Di îslamê de têgeha zalim û mazlumbûnê, di pêvajoya dîrokî de têkoşîna edelet û heqîqetê, ji bo nakokiya yên tên pelçiqandin û yên dipelçînin ya di îslamê de dê bê nîqaşkirin.

AŞTÎ Û PIRSGIRÊKA KURD DÊ BÊ DEST GIRTIN

Di runiştina sêyemîn de dê mijarê çareseriya pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê bê dest girtin. Di vê runiştinê de sernavên mijarên ku balê dikişînin, Pirsigrêka Kurd û Rojava, Polîtîkaya Tirkiyeyê ya der barê Rojhilata Navînde û deklerasyona Ocalan ya 21’ê Adara 2013’an û asta pêvajoya çareseriyê dê bê nîqaşkirin.

ROJA DUYEMÎN

Di roja duyemîn ya kongreyê de mijara ‘Di îslamê de cihê şer, aştî û şîdetê’ dê bê nîqaşkirin. Mijara yekemîn ya runiştinê ‘Di îslamê de cihê şer û di roja meya îro de çawaye’ û ligel dê dê mijarê mijarê ‘Di îslamê de banga aştiyê û di roja me ya îro de şîdeta ku li ser navê îslamê tê kirin’ dê bê nîqaşkirin. Di runiştina 5’emîn de cihê jinê ya di îslamê de dê bê nîqaşkirin. Di berdewamiya konferansê de dê mijarên wekê ‘di Hadîse û ayetan de jin’ dê bê nîqaşkirin û di runiştina 6’emîn a bernameyê de dê encamname bê aşkerakirin.

LI ŞÛNA DIYANETÊ BILA MEDRESE AKTÎF BIBIN

Nivîskar Ayhan Bîlgen der barê naveroka konferansê de ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku ji bo ev konferans ji hinek bendewariyan re bibe bersiv ev pêngav hatine avêtin û got: “Bê guman kêmasî dê hebin lê ji vir şûnde ji bo ya herî baş dê hewldan bê dayîn. Li holê niyeteke baş heye. di kongreya me de dê îradeyek derkeve holê. Ev îrade hem li herêmî dê berpirsyariyê bigire û hem jî piştgiriyê bibîne. Em hedef dikin ku der barê qada baweriyan de îradeyeke azadîxwaztir derkeve holê. Em dixwazin ku li vî welatî medrese ji nûve aktîf bibin. Em dixwazin ev ji nûve bên plankirin û derkevin holê. Ji ber ku fêrkirina îslamê ne karê dewletê ye. Di vê mijarê de derxistina îradeyekê gelek bi fêde ye.”